• Sunday, 08 February 2026
logo

APIKUR: Em amade ne ku petrolê ji nû ve bo bendera Ceyhanê henarde bikin

APIKUR: Em amade ne ku petrolê ji nû ve bo bendera Ceyhanê henarde bikin

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) di daxuyaniyekê de got ku şîrketên APIKUR ji hevdîtinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ji bo gihîştina rêkeftinekê kêfxweş in.

ÎRO 14.07.2025ê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) daxuyaniyekê de got: APIKUR keyfxweşe bi gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ku ji bo geheştina li hev kirina henardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê ji nû ve dest pê bikin. Armanc ew e ku di demek nêzîk de henardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.”

Daxuyaniyê de hat gotin: "Berî van hevdîtinan, di 12/7/2025an de, endamên APIKUR û nûnerên şîrketên navneteweyî û çalakvanên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin beşdarî civînekê bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê re bûn. Di wê civînê de kompanyayên navnetewî teqez kirin ku amadene demildest henardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq – Tirkiyê ve dest pê bikin, lê eger peymanek nivîskî û bi pêbendî hebe ku rêbaza dayinê misoger bike, rêzê li peymanên derbasdar û yasayî bigire û pereyê ku hîn ji şîrketan re nehatiye dayîn çareser bike, divê rêbaza dayinê rast û zelal be.’’

Berdevkê APIKURê Miles Caggins ragehand: "Endamên APIKURê amade ne ku her gava peymanek nivîskî hebe ku rêzê li peymanên wan ên derbasdar li gorî qanûna navneteweyî bigire, hinardekirina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin."

 

Basnews

Top