Runiştina Parlamentoya Iraqê bi Firaksiyonên Kurdistanî hatin temam kirin û guh ji daxwazên wan re nehat dayîn
Parlamentoya Iraqê îro 12.07.2025, daxwazên hemû aliyên Kurdistanî (ji bilî PDKê hemû partî) paşguh kir û xalek li rûniştinê zêde nekir.
Li gorî lidûvçûnên BasNewsê, PDK neçûye nav rûniştina îro ya parlamentoya Iraqê, ku 175 parlamenter beşdar bûn, ku pir nêzîkî hejmara pêwîst bû ji wê ku rêjeya yasayî ya runiştinê temam nebe, ji ber ku eger kêmtir ji 165 parlamenteran amade bibana, rêjeya yasayî ya runiştinê nedihat temamkirin, lê parlamentarên fraksiyonên Kurdistanî ji bilî PDKê çûne wê runiştinê û rêjeya xwe ya yasayî temam kirin.
Li gorî agahiyan, parlamenterên van partiyan çend îmze kom kirine da ku beşek ji bo nîqaşkirina mijara mûçeyên karmendên Kurdistanê lê zêde bikin, lê daxwaza wan ji aliyê serokê rûniştinê ve ku ji aliyê Mohsen Mendelawî, cîgirê yekem ê serokê parlamentoyê ve hatibû serokatiya wê, hatiye redkirin.
Di vê derbarê de Nasîh Ebdulrehîm, rojnamevan û çalakvanekî siyasî li Helebçeyê, li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Li Bexdayê tu hesab ji aliyên serberjêrkirî re nayê kirin.li Di 100 salên borî de, rayedarên Bexdayê her tim hesab bo wan hiz û aliyan kiriye ku mil nadin bi daxwazên Bexdayê, tenê ewên ku teslîm nabin ji xwe re wek reqîb dîtiye. Yên din din wek kêrêgirtî temaşe kiriye, bi kirê girtiye heta ku karê wê ji wan hebûye, piştre bi nirxê herî herzan ji ya ku pê hatiye kirî kirin, ew firotine.”
Di vê mijarê de, Aras Hesen, çalakvanekî siyasî, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand: "Ger PDK li gel we nebe, hêza we ya paragrafekî jî nabe nek tiştekî mezin, werin aliyê PDKê sed car baştire ji wê xwe warimandinê, PDK nebe ti car kes we bi caş qebûl nake. Şukra xwedê bikin ku ji ber PDKê, Ereb we wek caş qebûl dikin.”
Basnews
