Li Laziqiyê heta niha 16 Hezar hektar daristan şewitîne
Li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê şewateke mezin a daristanan ji kontrolê derketiye û bi lez belav dibe. Heta niha zêdetirî 16 hezar hektar qada daristanî bûye xwelî, bi dehan kes birîndar bûne û agir sînor derbas kiriye û gihîştiye daristanên Tirkiyeyê.
Agirê ku li daristanên parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê ketî, tevî hewlên tîmên agirkujiyê hêj nehatiye kontrolkirin. Parêzgarê Laziqiyê Mihemed Osman, ragihand ku ji ber bayê bihêz şewat bi lez belav bûye.
Herwiha Osman got: "Leza bayê gelekî zêde bû, ji ber vê jî agir gelekî belav bû. Tîmên berevaniya sivîl agir li nêzîkî Kesebê kontrol kirin û nehiştin bigihêje malên welatiyan. Xelkê deverê, parêzgehên din û welatên cîran alîkariyê dikin."
Li gorî Rêveberê Berevaniya Sivîl Munîr Mistefa, heta niha 16 hezar hektar daristan şewitîne lê ti ziyanên canî çênebûne. Mistefa diyar kir, "Zêdetirî 20 kes birîndar bûne, ku di nav wan de endamên berevaniya sivîl jî hene. Herwiha hejmarek amûrên me ji kar ketine û me gelek welatiyên sivîl ji gundan rizgar kirine."
Ji ber şewatan ziyaneke mezin a madî gihiştiye mal û milkên welatiyan û xelk di nava tirs û xofeke mezin de dijî.
Tîmên agirkujiyê di hewldanên xwe de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Hat ragihandin ku erda çiyayî û asê ya herêmê, ligel hebûna bermayiyên şer ên wekî mîn û teqemeniyan, karê vemirandina agir gelekî zehmet dike.
K24
