• Sunday, 08 February 2026
logo

Peyameke sersaxiyê ji Mesrûr Barzanî

Peyameke sersaxiyê ji Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de, sersaxî li Rêveberê Giştî yê Kanala Kurdistan24 Ehmed Zawîteyî kir , ji bo koça dawî ya bavê wî.

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî îro 12.07.2025, di peywendiya telefonî de, sersaxî û hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwast ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Zawîteyî li ser navê malbata xwe, ji bo peywendî û hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna xwe nîşan da.

 

Basnews

Top