• Sunday, 08 February 2026
logo

Dijeteror: Droneke bombekirî li nêzîkî çeperên Hêzên Pêşmerge hat xistin

Dijeteror: Droneke bombekirî li nêzîkî çeperên Hêzên Pêşmerge hat xistin

Rêveberiya Dijeterora Kurdistanê ragihand, berbeyana îro 11ê Tîrmehê, droneke bombekirî li nêzîkî sengerên Hêzên Pêşmerge li mihwerê Pirdê (Kerkûk) hatiye têkşikandin û xistin xwarê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve hat belavkirin de, hat gotin ku bûyer di saet 01:35 de qewimiye. Hate destnîşankirin ku di encama têkşikandina drona bombekirî de ti ziyaneke canî û madî çênebûye.

Ev bûyer di demekê de ye ku hefteya borî, roja Şemiyê 5ê Tîrmehê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek dabû û rexne li hikûmeta federal a Iraqê girtibû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku li şûna tedbîrên pêwîst bên girtin û rê li ber gefan bê girtin, hestek heye ku hikûmeta Bexdayê xwe ji berpirsiyariyê vedişêre û hewl dide êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê binixumîne.

Wezareta Navxwe herwiha amaje bi wê yekê jî kiribû, di salên borî de bi dehan caran Herêma Kurdistanê rastî êrîşên bi dron û mûşekan hatiye. Tevî ku çavkanî û cihê êrîşan diyar bûn û komîteyên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin avakirin jî, encamên lêkolînan ji raya giştî re nehatin eşkerekirin û ti kes ji ber van tewanan nehat cezakirin.

Hevdem, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê, Qasim E'recî, ku niha bi serdaneke fermî li Herêma Kurdistanê ye, ragihand ku hikûmeta Iraqê dê derbarê van êrîşên bi dronan de lêkolînê bike ku Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê dikin armanc.

 

Rudaw

Top