• Sunday, 08 February 2026
logo

Fuad Hisên û Steven Vaughan têkilî û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj kirin

Fuad Hisên û Steven Vaughan têkilî û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj kirin

 Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê û Berpirsê Karûbarên Amerîkayê li Iraqê li ser têkiliyên navbera Hewler û Bexdayê û çend mijarên din gengeşe kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Steven Vaughan îro 10.07.2025, civiyan û têkiliyên navbera Iraq û Amerîkayê û xurtkirina wan têkiliyan gengeşe kirin.

Fuad Hisên û Steven Vaughan herwesa li ser rewşa Iraqê bi giştî û têkiliyên navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna qebxwaziyên darayî û arêşeyên têkildar axivîn.

Her du kesên navbirî di pareke din a wê civînê de behsa rewşa şîrketên Amerîkayî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin kir, herwesa li ser têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê yên girêdayî birêvebirina petrolê li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî gengeşe kir.

Fuad Hisên tekez li ser çareseriyeke dadperwerane, ketwarî û kiryarkî ji bo pirsa birêvebirina çavkaniyên xwezayî jî kir, ku feyde ji bo tevahiya Iraqê hebe.

 

Basnews

Top