• Sunday, 08 February 2026
logo

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê: Geheştina elektrîka 24 demjimêrî bo 2 milyon kesan bingehê pêşketinê ye ji bo Herêma Kurdistanê

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê: Geheştina elektrîka 24 demjimêrî bo 2 milyon kesan bingehê pêşketinê ye ji bo Herêma Kurdistanê

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê, piştgirî û pesnê xwe ji bo "Projeya Ronakî" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman. Di peyameke xwe de, konsulxaneyê gihandina elektrîka 24 saetî ji bo du milyon welatiyan wek "gaveke girîng û bingehîn a pêşketinê" binav kir.

Di peyama Konsulxaneya Amerîkayê de hat gotin: "Em şanaziyê dikin ku dibînin kompanyayên Amerîkî yên wekî General Electric Vernova (GE Vernova) piştgiriyê didin ewlehiya enerjiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê."

Konsulxaneyê herwiha da zanîn: "Berfirehkirina gihandina elektrîka 24 saetî ji bo du milyon welatiyan, gaveke girîng û bingehîn a pêşketinê ye ji bo Herêma Kurdistanê."

Projeya Ronakî

"Projeya Ronakî" wek projeyeke stratejîk a Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin. Armanca sereke ya projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026'an, elektrîka bênavber û 24 saetî bigihîne hemû mal û kargehên li seranserê Herêmê.

Têkildarî heman mijarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 9ê Tîrmehê li ser tora civakî ya "X" dabû xuyakirin: "Niha du milyon welatiyên Herêma Kurdistanê bi saya Projeya Ronahiyê xwedî kehrebeya 24 saetî ne. Heta dawiya sala 2026'an, ev proje dê bigihêje hemû mal û cihên bazirganî yên li seranserê Herêma Kurdistanê."

 

Basnews

Top