• Sunday, 10 May 2026
logo

Qasim Erecî ji Goristana Nemiran ve: Lijneyek taybet hatiye avakirin û em dixwazin pirsgirêka mûçeyan çareser bikin

Qasim Erecî ji Goristana Nemiran ve: Lijneyek taybet hatiye avakirin û em dixwazin pirsgirêka mûçeyan çareser bikin

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê serdana goristana Nemiran li Barzan kir û got ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re cidî ne.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ji Barzan ji çapemeniyê re got: "Me li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê kir. Li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî em civiyan û gelek mijar me gotûbêj kirin.’’

Herwaha diyar kir: "Me di civînan de ragehand ku divê çareseriyek cidî ji bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li gorî destûr û yasayê were dîtin."

Erecî got: "Serokwezîrê Iraqê girîngiyê dide têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan cidî ne. Em ji bo bidawîkirina pirsgirêkan cidî ne, ya sereke pirsgirêka mûçeyan e, ji ber ku hûn dizanin ku komîteyek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatiye avakirin.

 

Basnews

Top