Di dema kabîneya nehem de 300 proje ji bo Zaxoyê hatine pêk anîn
Di dema kabîneya nehem de 300 proje ji bo Zaxoyê hatine pêk anîn, ku 220 proje ji wan bi dawî bûne û bajar bi tevahî hatiye guhertin. Berpirsê Rêveberiya Zaxoyê jî radigehîne, xizmetên kabîneya nehem bo Zaxoyê wisa kiriye ku Zaxo îro li gel 30 bo 50 sal beriya niha pir bê guhertin.
Biryara birêvebirina Zaxoyê yek ji biryarên girîng ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ku herêma Zaxoyê geştir kir û gelek proje û xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan kir.
Di dema kabîneya nehan de, nêzîkî 300 proje li Zaxoyê hatine bicîhanîn, ku ji wan nêzîkî 220 proje hatine temamkirin, 68 proje di bin bicîhanînê de ne û di demek nêzîk de dê bikevin xizmeta welatiyan.
Li gorî agahiyên BasNewsê, heta nîvê sala 2023an zêdetirî 180 proje li Rêveberiya Xweser a Zaxoyê hatine bicîhanîn, lê ev hejmar gihîştiye 300 projeyan.
Li gorî daneyên Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belavkirina hin projeyan li ser sektoran wiha ye:
- Sektora şaredariyê, rê û pir: 9 proje.
- Sektora perwerde û xwendina bilind: 17 proje.
- Sektora av, ava binê erdê û çandiniyê: 45 proje.
- Sektora tenduristiyê: 20 proje.
- Sektora elektrîkê: 33 proje.
- Sektora geştiyariyê û arkeolojiyê: 16 proje.
- Sektora fermangeh û ewqafa hikûmetê 54 proje.
Di pênc salên kar ên kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li Zaxoyê heft rêveberiyên giştî yên nû hatine damezrandin, 17 navend û ofîs li rêveberiyan hatine dabeşkirin, û 16 rêveberiyên ku berê tunebûn hatine vekirin.
%81ê kolanên Zaxoyê hatine asfaltkirin û projeyên stratejîk ên herî girîng ên li Zaxoyê ku dê di pêşerojê de werin bicîhanîn; Ev in çêkirina rêyeke 60 metreyî, herêmeke pîşesaziyê û bendava anko, ku dê ji bo xelkê herêmê gelek sûdmend be.
Kornîşa Zaxoyê, yek ji projeyên geştiyariyê yên Navenda Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, di merasîmek taybet de di 14ê Tebaxa 2024an de, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hate vekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 20ê Îlona 2021an beşdarî merasîma ragihandina rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê bû.
Serpereştyarê Rêveberiya Zaxoyê Guhdar Şêxo ragehand: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kabîneyek bû pir ji xizmetguzarî ji bo hemû Kurdistanê. Li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê jî şoreşa avedankirinê destpê kir, ku rijbûna birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan proje û xizmetguzariyan bû, ku bi jiyana xelkê ve hatine girêdan, bi taybetî wekî av, elektirîk rê û cade, tenduristî û perwerde, Ji aliyekî din ve, biryara birêvebirina rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê lezandina kar û pêkanîna danûstandinên welatiyan hêsantir kir, ku ev xalek girîng û xalek werçerxê bû di rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê de.”
Herwaha diyar kir, ku xizmetên kabîneya nehem bo Zaxoyê wisa kiriye ku Zaxo îro li gel 30 bo 50 sal beriya niha pir bê guhertin.”
Basnews
