Sînan Çiftyurek: Divê Tirkiye jî gavên cidî bavêje, çareserî ne tenê çekdanîn e
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çiftyurek, piştî hevdîtinên Şanda Îmraliyê yên li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê nirxand û got, "Pêvajoya aştiyê gihîştiye qonaxeke nû, lê ji bo serkeftinê divê dewlet jî weke PKK'ê gavên ciddî bavêje û bingeha qanûnî ya çareseriyê amade bike."
Çiftyurek ji K24ê re diyar kir, peyam û pêşniyara Ocalan ji aliyê şandeyê ve gihîştiye Serokkomar Erdogan û armanc ew e ku pêvajo bigihîje "qonaxeke nû". Lê belê Çiftyurek bal kişand ser şik û gumanên di nava gel de û got, "Baweriya min ew e ku eger di peyama Ocalan de tenê daxwaza çekdanînê hebe û ji bo çareserkirina pirsa Kurd projeyeke nû ya dewletê nebe, ev pêvajo dê biser nekeve."
"Çekdanîn encam e, ne sedem e"
Çiftyurek pêvajo wek du beşên bi hev ve girêdayî pênase kir: Yek jê çekdanîna PKK'ê, ya din jî çareserkirina pirsgirêka Kurd. Wî da zanîn ku çekdanîna sembolîk a li Silêmaniyê "mesajek e ji bo dewletê" û got:
"Qonaxa girîng ev e: Çekberdana PKK'ê wek sembolîk li Silêmaniyê dest pê dike. Lê divê dewlet jî ji bo vê yekê bingeha yasayî amade bike. Ya girîng ew e ku li meclîsê komîsyonek were avakirin û naveroka çareseriyê zelal bibe."
Daxwazên Bingehîn ên ji bo çareseriyê
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir, çareseriya mayînde bi çend gavên bingehîn pêkan e û wiha rêz kir:
- Divê hebûna miletê Kurd di Destûra Bingehîn a nû de were qebûlkirin.
- Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê.
- Divê maddeya 66'an a Destûrê ku welatîbûnê tenê bi Tirkbûnê ve girê dide, were guhertin.
- Divê sîstema qeyûman were rakirin.
Çiftyurek anî ziman ku heta niha ji aliyê dewletê ve ji bilî daxwaza çekdanînê, ti projeyeke zelal nehatiye pêşkêşkirin û got, "Eger qonaxa dawî ev e ku PKK çekan deyne, ev ne sedem, lê encam e. Divê pêşî pirsa Kurd li Tirkiyeyê were çareserkirin, da ku çek bêdeng bibin. Çekdanîn gavek e, lê bingeha çareseriyê avakirina aştiyeke mayînde bi riyên demokratîk e."
K24
