• Sunday, 08 February 2026
logo

Çavkaniyek agahdar ji danûstandinan: Civînên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de dê sibê berdewam bikin û îhtîmala lihevkirinê nêzîk e

Çavkaniyek agahdar ji danûstandinan: Civînên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de dê sibê berdewam bikin û îhtîmala lihevkirinê nêzîk e

Çavkaniyeke agahdar ji danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tekez kiriye ku danûntandinên navbera herdu aliyan negeheştiye qonaxeke bê encam û danûstandin berdewamin û îhtîmala rêkeftinê nêzîke, eger heta sibê nîvro lihev bikin ku ev egereke nêzîke, tê payîn ku di civîna Encumena Wezîrên Iraqê de li ser rêkeftinê di berjewendiya karmendên mûçegir ên Kurdistanê de biryar bê dayîn.

Çavkaniyeke agahdar li danûstandinan ji BasNewsê re ragehand: “Civînên şandên Hikûmera Herêma Kurdistanê li gel ofîsa Serokwezîrê Iraqê bo îro ango duşemê temam bûye, lê negeheştine rêkeftina dawî û danûstandin ji bo sibê roja sêşemê maye. Têgihîştin û nêzîkbûn çêbûye û hevdîtin wê heta saet 1ê piştî nîvro, roja Sêşemê, 8ê Tîrmehê, berdewam bikin.”

Herwaha aşkera jî kiriye: “Her çend mijara petrol û mûçeyên karkerên Kurdistanê di rojeva civîna sibê ya Encumena Wezîran a Iraqê de tune be jî, lê eger sibê lihevkirinek çêbibe, dibe ku li ser lihevkirinê di civînê de nîqaş bê kirin.”

Wê çavkaniyê ragehand: “Mûçe bi pirsgirêka petrolê ve girêdayî ne, her çend bi tevahî çareser nebûbe jî, lê ew negihîştine rewşek bêçareser û nêzîkî hev in. Dibe ku sibê di asta bilind de axaftineke telefonê were kirin da ku hevdu piştrast bikin, û piştre jî di civîna Encûmena Wezîran de li ser mûçe biryar were dayîn.”

Herwaha diyar kir, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta gihîştina rêkeftinekê çûye Bexdayê û aliyê danûstandinkar ê li Bexdayê jî armanc dike ku bigihîje rêkeftinekê, tevahiya axaftinên îro, ku nêzîkî heft demjimêran dewam kirin, di derbarê hejmarê ye, taybetî jî hîn rêkeftineke dawî li ser çend bermîl dê ji bo xerckirina navxweyî ji bo Herêma Kurdistanê peyda bibin tune ye, lê hîn jî hêvî heye ku ew sibê bigihîjin rêkeftinekê."

Çavkaniyê diyar kir: “Dibe ku beriya civîna Encûmena Wezîran jî, wezîrên kurd li gel Serokwezîr re bicivin û bigehêjin dariştinekî rêkeftin bikeve karnameya civîna Wezîrên Iraqa Federal.”

 

Basnews

Top