Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Wekîlê Mîrê Êzidiyan dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika Wekîlê Mîrê Êzidiyan, Mîr Herman Mîrza Beg, peyameke sersaxiyê şand û hevxemiya xwe ya kûr nîşan da.
Di peyamê de, Serokwezîr Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedêjêrazî Elmas Elî Beg anî ziman û hevxemiya xwe ligel malbata wan nîşan da.
Naveroka peyama sersaxiyê:
Birêz Mîr Herman Mîrza Beg, Wekîlê Mîrê Êzidiyan;
Ji bo koça dawî ya dayika we (Elmas Elî Beg), ez sersaxiyê li malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me.
Xwedayê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebr û hedanê bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
06.07.2025
K24
