Siyasetmedarekî Iraqî: Şîeyan bi dehan milyar dolar ji bo piştgiriya PKKê li Qendîl û Şingalê xerc kirine
Siyasetmedarekî Iraqî dibêje ku Şîeyan bi dehan milyar dolar ji bo piştgiriya PKKê li Qendîl û Şingalê xerc kirine, da ku li dijî Pêşmerge şer bikin.
Îbrahîm Samêdaî, di hevpeyvînek televîzyonê ya bi televîzyona el-Ehed de got ku Şîeyan bi dehan milyar dolar ji bo piştgiriya PKKê li Qendîl û Şingalê xerc kirine da ku li dijî Pêşmerge şer bikin û di dawiyê de, plana Şîeyan têk çû. Me ji wan xwest ku dest ji PKKê berdin. Ev yek bû sedem ku Tirkiye bikeve Iraqê û hemî kartên me yên siyasî şewitîne. Şîrket hene ku bi navê Heşdî Şebî pere distînin.
Herwaha diyar kir: "Di navbera Erdogan û Sûdanî de axaftinên telefonê çêbûne. Tê gotin ku wan li ser mijarên hesas nîqaş kirine, lê tiştek me tine ku em li dijî Tirkiyê bikarbînin û li aliyê din ve jî piştevaniya darayî ji PKKê re hate kirin.’’
Basnews
