Nêçîrvan Barzanî li ser Roja Aşûreyê peyamek belav kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan bi minasebeta Roja Aşûreyê peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xweyê Xê li ser Roja Aşûreyê got:
"Em wan bihayên rastiyê, bîhnfirehiyê û qurbanîdanê yên ku Îmam Husên (Silava Xwedê lê be) berçav kirine û ew wateyên bilind ên mirovî ku di vê bîranînê de hene, her wiha ew dersên herdemî yên ku daxwaza dadperwerî, lêborîn û aştiyê dikin tînin bîra xwe."
Serokê Herêma Kurdistanê di peyameke derbarê bîranîna Aşûreyê de, tekezî li ser ruhê yekrêzî û biratiyê di navbera xelkê Îraqê de û girîngiya çareserkirina nakokiyan ji bo xizmeta berjewendiyên bilind ên welat û bihêzkirina seqamgiriyê kir.
Merasîma çileyê şîna Îmam Husên (Aşûre), li cem Şîeyan xwedî girîngiyeke mezin e.
Merasîma îsal dikeve 5ê Tîrmehê û ji niha ve beşek ji Şîeyan ji parêzgehên din ên Îraqê bi peyatî ber bi Kerbelayê ve bi rê ketine.
Ji Îranê û welatên din bi hezaran kes di çileyê şîna Îmam Husên de diçine Kerbelayê.
Rudaw
