• Sunday, 08 February 2026
logo

Soran Xakî: Niyeta rayedarên Bexdayê li dijî Kurdistanê roj bi roj zelaltir dibe

Soran Xakî: Niyeta rayedarên Bexdayê li dijî Kurdistanê roj bi roj zelaltir dibe

Çalakvanekî siyasî dibêje ku niyeta Bexdayê ya zirardayîna Herêma Kurdistanê roj bi roj zelaltir dibe, lê hin kesên ku wî bi navê "kurdîaxêv" bi nav kir, hewl didin ku niyeta rastîn a Bexdayê veşêrin.

Medyaya milîsan roja Înê êvarê ragihand ku hêzên Iraqî hewl dane ku zeviyek petrolê ya li nêzî Kifrî dest daynin ser, ku herêmek nakoke û berê li gor peymanan herêmek rêveberiya hevbeş bû.

Vê derbarê de çalakvanê siyasî Soran Xakî, li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Niyeta rayedarên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê roj bi roj zelaltir dibe. Tişta ku Bexda dike bi her awayekî palderiya şer e.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku rojek bi ragirtina mûçeyê fermanberan û carekî bi tevgerxistina hêzê li sînorê Germiyan û navçeyên nêzîkî Pêşmerge û hin caran jî bi şandina dronan ve : "Rayedarên Bexdayê zû niyeta xwe ya li hember Kurdan nîşan didin, lê hîn jî hin kesên ku bi kurdî diaxivin hene ku hewl didin niyeta rastîn a Bexdayê di bin navên cûda de veşêrin."

Çalakvan her wiha behsa cehşan jî kir û nivîsand: "Em çawa cehş, xayîn û medyaya wan nas dikin? Berdewam tişta li ser zimane, li gor rêkeftinê divê Herêma Kurdistanê ewqas dahatê radestî Bexdayê bike, ewqas bermîlên petrolê bide, wê bike, ya din bike û hwd.’’

Lê li hember wê ew qet nabêjin ku erkê Bexdayê ye ku vê yekê ji bo Herêma Kurdistanê bicîh bîne. Heta ji bo wan hatiye qedexe kirin ku nabe ew behsa wê yekê bikin.

 

Basnews

Top