• Sunday, 08 February 2026
logo

Cehş û medyaya cehşan hewl didin Herêma Kurdistanê tevlî pirsgirêkên herêmê bikin

Cehş û medyaya cehşan hewl didin Herêma Kurdistanê tevlî pirsgirêkên herêmê bikin

Cehş û hin rûpelên ku ji hêla hin aliyan ve li Silêmaniyê hatine vekirin da ku zirarê bidin Herêma Kurdistanê û wê tevlî pirsgirêkên Rojhilata Navîn bikin, Herêma Kurdistanê reş dikin.

Rojnamevanek dibêje ku ev gotin dê ji hêla nûnerên welatan ve ji welatên wan re werin ragihandin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de ragehand: ‘’Li çend medyayên fermî yên elektronîkî li Îranê ragihandine ku duh bi şev li Hewlêrê bi dronekê êrîşî baregeheke Îsraîlê hatiye kirin. Ew hemû nûçe berovajîkirin in û dûr in ji rastiyê. Ne binkeyê Îsraîlê li Kurdistanê hene û ne jî ti operasyonên wisa hatine pêkanîn.’’

Li gorî dûvçûna BasNewsê; berî medyaya Îranê, hin medyayên cehş û kesên ku wekî cehş û kirêgirtiyan têne nasîn, wekî Ehmedî Hacî Reşîd, gelek derew û buxtan di bin navê ‘’Tevgera Mossad a Îsraîlê li Herêma Kurdistanê’’ gelek derew û buxtan hatibûn kirin.

Vê derbarê de çalakvanê siyasî Şiwan Sedîq li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Her kes dizane ku ev daxuyanî derew û xiyanet in û bê bingeh in, lê Îran ji çend rûpelên li Silêmaniyê werdigire. Raste em dizanin piraniya gotinên wan rûpelan çi ne û ji bo çi ne? ji ber ku herdu alî jî li hember Kurdistanê û xelkê Kurdistanê heman niyeta wan heye û dijatiyê dikin.’’

Herwaha diyar kir: "Di şerê 12 rojî yê êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de, çend rûpelan, got (Mossad bi rêya Herêma Kurdistanê ve çûye Îranê!) Çend roj berê, parlamenterekî berê yê Iraqê û kadroyekî Komel got (Herêma Kurdistan Kurdistanê her rojê li gel saziyeke îstixbarata welatekî ye.)

Di vî warî de, çalakvanê siyasî Mihemed Mizûrî ji BasNewsê re ragehand; Mixabin cehş û kirêgirtî ti sînoreke wan nîne û hewl didin ku bi gotinên xwe yên xirab Herêma Kurdistanê bixin nav pirsgirêkek mezin û rewşa li Kurdistanê xirabtir bikin, eger na baş dizanin ku Îsraîlê ti hebûneke wê li Herêma Kurdistanê nîne. Lê berdewam gotegotên waha belav dikin, ji bo ku çapemenî û medya Îranê jî ji wan wergire û bahaneyê ji bo mûçebirînê peyda bike û rewşa Kurdistanê têkbiçe."

Herwaha got: "Wezareta Karên Hundir û dozgerê giştî divê van hemî kes û rûpelan pir bi baldarî lêkolîn bikin, her yek ji wan dema buxtan û derewên waha kirin, gilî li wan bê kirin û doz derbarê wan de bê vekirin û naçar bikin ku tometên xwe îspat bikin. Bi piştrastî jî nikarin wan derewan îspat bikin, ji bo wê jî bên girtin ku dest ji wan derewan berdin. Ji bo xelkên din jî fêrbin di ber xwe de ti kesek buxtan û derewên waha nekin.’’

 

Basnews

Top