Tehran red dike ku danûstandinan demek kurt de li gel Waşîngtonê dest pê bike
Îranê bi fermî red kir ku di demek nêzîk de bi Washingtonê re ji nû ve dest bi danûstandinan bike.
Îro 05.07.2025ê Berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Baqaî ragehand: "Em wan agahiyên ku dibêjin Tehran dê di demek nêzîk de bi Waşîngtonê re danûstandinan bide dest pê kirin red dikin.’’
Herwaha got: "Raya giştî niha ewqas hêrs e ku nikare behsa danûstandin û dîplomasiyê were kirin."
Berî destpêkirina şerê Îran-Îsraîlê, çend dewreyên danûstandinên nerasterast di navbera Tehran û Waşingtonê de dest pê kiribûn.
Berê jî, Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got ku ew amade ne pirsgirêkê bi diyalogê bi Amerîkayê re çareser bikin.
Basnews
