Mesrûr Barzanî beşdarî serxwaşiya Mihsin Amêdiyê bû
Roja înê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li navçeya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, beşdarî merasîma serxwaşiyê ya tekoşer û kesayetiyê naskirî yê Behdînan Mihsin Amêdî bû.
Serokê Hikûmetê serxwaşî û hevxemiya xwe gehande malbat û kesûkarên rehmetî û hêvî xwast ku xwedayê mezin canê wî bi biheştê şa bike û aramiyê bi de malbat û kesûkar û hevalên wî.
Malbata Mihsin Amêdî jî, spasî û pêzanînên xwe ji bo hevxemî û amadebûna Serokê Hikûmetê li serxwaşiya wan anîn ziman.
Basnews
