Hêzeke artêşa Iraqê hewl dide derbasî zeviya petrolê ya Qembar bibe û Hêzên Pêşmerge rê li ber wan digirin
Hêzên artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina zeviya petrolê ya Qemberê ya di navbera Kifrî û Qeretepe de tevger kiriye û hêzên Pêşmerge li ser sînor di amadebaşiyê de ne.
Malpera “Kurdistan24” ragehandiye ku îro 04.07.2025, artêşa Iraqê hêzek ber bi zeviya petrola Qember ve teger kiriye bi armanca çûna nav zeviyê û dest danîna ser wê, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herdu lîwayên 17 û 3ê li sînorê Germiyanê ketine amadebaşiyê ya temam, ji bo pêşî lê girtina li ser sînor bezandineke hêzên artêşa Iraqê.
Herwaha yek ji çavkaniyên Pêşmerge ji Kurdistan24 re ragehandiye, bi fermana Wezareta Pêşmerge rê ji pêşveçûna her hêzekî Iraqê li navçeyê û sînor digrin û asayîşa navçeyê û zeviyên petrolan diparêzin.
Basnews
