Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistan: Em li bendê ne ku Bexda dawî li siyaseta neşandina mûçeyan bîne
Îro 02.07.2025, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiyan.
Mijara sereke ya civînê, nîqaşkirina encamên civînên dawî yên di navbera her du şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû ku li Hewler û Bexdayê, bi amadebûna nûnerên şîrketên petrolê, hatine lidarxistin, ku taybet ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya konpanyaya Somon bû û lêkolîna li ser xerickirina herdû mehên 5 û 6 a mûçegirên Herêma kurdistanê.
Encûmena Wezîran tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih aniye û hemû nermbûn nîşan daye da ku hinardekirina petrolê bi rêya SOMO ji nû ve dest pê bike û dahata firotina petrolê vegerîne Wezareta Darayî ya Federal. Niha Herêma Kurdistan û şîrketên petrolê bi hemî awayekî amadebûna hevkariyê ya li gel Hikûmeta Federal nîşan daye bo hinarde kirina petrol, ew jî ji bo birîna hemû ew hincet û behaneyên ku Bexda bo neşandin mûçeyên mûçegirên xelkê Kurdistanê bikar anîne.
Encûmena Wezîranê da zanîn, êdî hemû alî li benda biryara Hikûmeta Federal in ku lihevkirinên hevbeş ên ku bi amadebûna kompanyayên petrolê hatine kirin, pesend bike. Hat tekezkirin ku bi destpêkirina hinardekirina petrolê re, ti hincetek li pêşiya Wezareta Darayî ya Federal namîne ku mafên darayî yên Herêmê nede.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên weke listeyên mûçeyan, hejmarên karmendan, teftîşa hevbeş a dîwanên çavdêriya darayî, projeya bankîkirina mûçeyan û şandina para xezîneya federal ji dahata navxweyî bi cih anîne. Lewma divê Bexda dawî li siyaseta birîna mûçeyan bîne, ji ber ku mûçe mafekî destûrî û yasayî yê mûçexwaran e.
Di beşa duyemîn a civînê de, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed, raporek derbarê xaneşînê û destebariya civakî ya karkeran li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Armanca raporê ew e ku mafên karker û karmendên kerta taybet bi rêya geşepêdana Sindoqa Destebariya Civakî û misogerkirina mafê xaneşînê bên parastin.
Encûmena Wezîranê, ligel destxweşiya li wezîrê, pêşniyar û rasparte gotûbêj kirin û biryar da ku ji bo dayîna biryarên pêwîst, lêkolîn û şopandineke kûrtir li ser mijarê were kirin.
Basnews
