Hêzeke leşkerî ya Amerîkî ber bi deverekê Rojavayê Kurdistanê ve ket tevgerê
Hêzeke mezin a leşkerî ya Amerîkî roja Pêncşemê ber bi bajarê sînorî yê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve ket tevgerê.
Rawangeha Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de got, "Hêzeke Amerîkî ku ji 20 wesayîtên leşkerî pêk tê îro ji deriyê El-Welîd derbasî Sûriyê bû û ber bi baregeha leşkerî ya Qesrokê ya li bakur ve çû." Ew ber bi Hesekê ve diçin.
Ev hêz wekî beşek ji dabînkirina lojîstîkî ya berdewam a hêzên hevpeymaniyê tê herêmê.
Rawangeha Mafên Mirovan a Sûriyê got ku di 1ê Mijdarê de, hêzeke din a Amerîkî ji Herêma Kurdistanê ve gihîştiye heman baregeha leşkerî.
Basnews
