Serokê Hikûmetê pêşwaziya balyoza Fînlandayê li Iraqê kir
Roja 2.07.2025 Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Fînlandê ya li Iraqê Anu Sarella kir.
Di hevdîtinê de, Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê kir ji bo hewl û xebatên wê yên di dema erka wê de ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û di karê wê yê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve, Balyoza Fînlandayê pêzanîna xwe ji bo hemahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa guhertin û pêşhatên dawî yên li Iraqê û navçeyê hat kirin. Herwiha, pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya rêzgirtina li sîstema federal a Iraqê, statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û maf û şayisteyên darayî yên Herêmê kirin.
