Bi hinceta "veguhestinê", peykerê dîrokî yê "Şehîdan" li Helebê hat rûxandin
Rûxandina "Peykerê Şehîdan" li Qada Seidellah El-Cabirî ya li navenda bajarê Helebê, di nava Sûriyan de li ser torên civakî bû sedema karvedan û nerazîbûneke mezin. Rayedaran îdia kir ku wan hewl dida peykerê veguhezînin, lê belê di proseya veguhastinê de hatiye şikandin.
Duh êvarê 2ê Tîrmehê, dîmenên vîdyoyê yên ku hatine belavkirin, bi awayekî eşkere pêvajoya têkbirina peykerê nîşan didin, ku tê de bi awayekî destpêkî ji cihê wê tê rakirin û dişkê.
Piştî bûyerê, Rêveberiya Şûnwar û Muzeyan a Helebê daxuyaniyek belav kir û got: "Di çarçoveya plana Parêzgeha Helebê ya ji bo nûjenkirina Qada Seidellah El-Cabirî de, rêveberiya me peykerê ku wek 'Peykerê Şehîdan' tê naskirin, ji bo parastina nirxê wê yê hunerî veguhest cihekî din, da ku paşê ji aliyê pisporên teknîkî ve were nûjenkirin û sererastkirin."
Lê belê, berevajî îdiaya rêveberiyê, vîdyoyên belavbûyî nîşan didin ku peyker bi temamî hatiye rûxandin û ev yek bi awayekî qestî hatiye kirin, ne wek hewldaneke veguhestinê. Di vîdyoyekê de ku bi berfirehî belav bûye, tê dîtin ku makîneyeke kar hewl dide bi rêya kabloyan peykerê rake û bikişîne, lê di demeke kurt de, beşa jorîn a peykerê dişkê û dikeve erdê.
"Ji bo parastina nirxê wê yê hunerî"
Di daxuyaniya xwe de, rêveberiyê herwiha hinceta rûxandinê bi wê yekê ve girê da ku peyker beşek ji dîmena ekrana mezin a ku nû li qadê hatiye danîn, digirt û veguhestina wê dê qadê ji bo çalakiyên gelêrî guncaytir bike.
Ev daxuyanî rastî nerazîbûna welatiyên Sûriyeyê hat, ji ber ku wêne û vîdyoyan bi awayekî zelal peykerê şikestî li qadê nîşan didan. Gelek kesan daxwaz ji encûmena bajêr kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîneke zelal veke, berpirsyaran ceza bike û ji ber nirxê wê yê sembolîk di bîra xelkê bajêr de, peykerê wek berê ji nû ve ava bike.
Peykerê Şehîdan, berhema peykersazê Sûrî Ebdurehman Mûeqet e û di sala 1985'an de li Qada Seidellah El-Cabirî ya navdar a Helebê hatibû çêkirin. Peyker ji kevirê zer ê navdar ê bajêr hatibû çêkirin û wek mîrateyeke hunerî ya girêdayî bîra xelkê Helebê û serdanerên wê dihat dîtin.
K24
