• Sunday, 08 February 2026
logo

Rabûn Marûf: Opozîsyona sexte bûye şîrket û ofîsên kar û bazirganiyê

Rabûn Marûf: Opozîsyona sexte bûye şîrket û ofîsên kar û bazirganiyê

Serokê berê yê fraksiyona Gorran li parlementoya Iraqê bi tundî rexne li komên muxalefetê yên li Herêma Kurdistanê kir û wan wekî "şîrket û ofîsên derfetên kar û bazirganiyê" bi nav kir.

Di demekê de ku komên ku xwe wekî kes û wekî komên cûrbecûr didin nasîn, bûne sedema ku mûçeyên Herêma Kurdistanê bikevin destê Bexdaya ku gelê Kurd wekî welatiyên xwe nabîne û dixwaze wan ceza bike, lê komên muxalefetê bi berdewamî piştgiriyê didin Bexdayê.

Derbarê karên wan gruban de Rabûn Maruf di gotarekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê hatiye weşandin de got: "Di vê qonaxê de, senaryo û pêşandanên muxalefeta sexte bêtir dişibin şano û henekan û naşibin kiryarên siyasî yên xwedî armanc."

Herwaha dibêje: "Komên muxalefeta sexte ji bo pêşeroja welêt gotarek siyasî û vîzyonek zelal nînin. Ew bûne şîrket û ofîsên derfetên kar û bazirgan."

Di vî warî de, rojnamevan Bilind Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand:: "Hevparî û berjewendiyên kesane li Herêma Kurdistanê gihîştine qonaxek ku Herêma Kurdistanê aniye vê rewşê. Ev sed sale ew Iraq a ku ew pê serbilind in, kurdan bi hemû cureyekî tepeser dikin û zulmê li kurdan dikin. Ew hemû zilma hatiye kirin rewa dikin û Herêma Kurdistanê neheq dibînin. Li Kurdistanê modelek ji dikanên siyasî heye. Her yek ji van dikanên siyasî xwedî kanalek televîzyonê an çend rûpelên medyaya civakî ne û şev û roj mijûlê paqijkirina Bexdayê ne, tenê ji bo du dengan kom bikin.’’

Herwaha got: "Divê ji bo her tiştî sînor hebin. Wan hemû sînor derbas kirine, wekî din gelê Kurd ne hêjayî vê hemû zilmê ye. Bawer bin ku ev xizmetkar û sîxur çiqas bihêztir bibin, Bexda dê ewqas dê dijatiya gelê Kurd bike. Êdî dema wê hatiye gel bixwe wan ji bin ve ji holê rake ku ti kesek newêrît wan tişta dubare bike."

 

Basnews

Top