• Sunday, 08 February 2026
logo

Ebtan: Ti sûcê fermanberên Herêma Kurdistanê nîne ku mûçeyên wan bên birîn

Ebtan: Ti sûcê fermanberên Herêma Kurdistanê nîne ku mûçeyên wan bên birîn

Parlamenterê Iraqê Ebdulkerîm Ebtan radigihîne, ti sûcê mûçexur û fermanberên Herêma Kurdistanê nîne ku mûçeyên wan bên birîn. Tekez kir jî, nabe ev mijar bi pirsgirêkên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de were tevlihevkirin.

Parlamenter Ebdulkerîm Ebtan di daxuyaniyekê de ji K24ê re got: "Gelo çi gunehê fermanberên Herêma Kurdistanê heye ku mûçeyên wan nayên dayîn? Em hemû dizanin ku mûçe jiyara xelkê ye." Herwiha Ebtan bang kir, divê nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li gorî destûrê bên çareserkirin û got: "Nabe ku pirsgirêka mûçeyê fermanberan bi ti kêşeyeke din re were girêdan."

Ebtan herwiha amaje bi mijarên wekî hinardekirina petrolê, firokexane û deriyên sînorî kir û destnîşan kir ku divê ev kêşe hemû li gorî destûrê, bi awayekî aram û bi şefafiyeteke tam di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin.

Ev daxuyanî piştî wê tê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî roja 28ê Gulana borî bi nivîseke fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kir ku êdî nikare şandina mûçeyan berdewam bike. 

Wezîra Darayî ev biryar bi hinceta ku "Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî di yasaya budceyê de derbas kiriye" ve girêdabû û domandina şandina mûçeyan bi pabendbûna Herêmê bi biryara Dadgeha Federal û yasaya budceya giştî ve girê dabû.

Li hember vê yekê, Wezaretên Darayî û Samanên Siruştî yên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva van hincetan dabû û ragihandibû, wan hemû pabendiyên xwe bicih anîne û ev biryara Bexdayê bi tevahî siyasî ye, ne yasayî ye.

 

 

K24

Top