Nebîl Mersûmî: Kêmasiyeke mezin di budceya Iraqê de ava bûye
Aborînas Nebîl Mersûmî ragehand: Di sê mehên destpêkê ya sala 2025an de, kêmasiya pratîkî di budceya Iraqê de heye.
Îro 1.07.2025, aborînas û mamostayê Zanîhgehê Nebîl Mersûmî di rûpela xwe ya tora civakî Facebookê de ragehandiye: Pereyê ku ji bo mûçeyan pêwîst e ji dahata giştî ya Iraqê pir zêdetir e û li gor daneyên jimêryariya Iraqê ku Wezareta Darayî belav kiriye, kêmasiyên bûçeya Iraqê heta meha Nîsana 2025 geheştiye 9.6 trîlyon dînar.
Herwaha dibêje, Xerciyên giştî yên Iraqê, tevî pêşîneyan, li hember 28 trîlyon dînar dahata giştî gihîştin 37.6 trîlyon dînar, di demekî de mûçeyên giştî bi hemî cûreyên xwe ve digehêje 31.189 trîlyon dînar.
Basnews
