• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê û nûnerê Herêma Kurdistanê pirsgirêka Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

Wezîrê Derve yê Iraqê û nûnerê Herêma Kurdistanê pirsgirêka Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê Faris Îsa, encamên danûstandinên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Fuad Husên îro 30.06.2025, li ofîsa xwe ya li Bexdayê bi Faris Îsa re civiya. Di civînê de, rêyên çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera herdu aliyan de, li gorî yasa û destûrê hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de, Faris Îsa tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina hemû kêşeyan bi rêya diyaloga avaker û bihêzkirina pêwendiyan kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên pesnê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bi serokatiya Mesrûr Barzanî da ku ji bo berjewendiya giştî ya niştimanî, kêşe û nakokiyan çareser bike.

 

 

Basnews

Top