2 mûşek li Kerkûkê ketin
Li bajarê Kerkûkê dengê du teqînên bihêz hatin bihîstin. Li gorî zanyariyên destpêkê, du mûşek li nêzîkî firokxaneya serbazî û li navenda bajêr ketine xwarê.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, derengê şeva borî dengê du teqînên bihêz li derdora Firokxaneya Serbazî ya Kerkûkê hat bihîstin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê K24 li Kerkûkê, teqîn derdora saet 23:20 dema herêmî hatine bihîstin. Yek ji mûşekan li Firokxaneya Serbazî û ya din jî li taxa Uruba ketiye.
Heta niha derbarê ziyanên canî û madî de ti agahî nehatine belavkirin.
Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê mûşek ji cihê bûyerê rakirine, da ku derbarê çavkaniya wê de lêkolînê bikin.
K24
