Serok Barzanî beşdarî merasîma sersaxiyê yê Pêşmerge Ebdulah Mêrgesorî bû
Serok Mesûd Barzanî îro 30.06.2025, beşdarî merasîma sersaxiyê ya Pêşmergeyê herdu Şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Madalyeya Barzaniyê Nemir, Ebdulah Ezîz Mela Xal Hemze Mêrgesorî bû.
Di merasîma sersaxiyê de, Serok Barzanî ji nêz ve sersaxî û hevxemiya xwe gihand malbat û kesûkarên koçkirî.
Serok Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide malbata wî.
Basnews
