• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir

Serokê Hikûmetê pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir

 Îro 30.06.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel kir.

Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jean Brem jî beşdar bû, li ser pêşxistina têkiliyên dualî û rewşa giştî ya li Iraq û herêmê danûstan hatin kirin.

Mijarekî sereke ya civînê pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bû, di vî warî de girîngiya rêzgirtina li avahiya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên gelê Kurd bû.

Her du alî hemfikirbûn li ser pêwîstiya parastina ewlehî, aştî û aramiya li herêmê.

 

Basnews

Top