Serokê nû yê Dadgeha Federal a Iraqê hat tayînkirin
Serokatiya Iraqê fermana tayîn kirina Dadwer Munzir Îbrahîm Husên wekî serokê nû yê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li şûna Dadwer Casim Mihemed Ebûd derxist.
Li gor çavkaniyên nûçeyan, îro 30.06.2025, Serokatiya Komara Iraqê fermanek ji bo tayîn kirina Dadwer Munzir Îbrahîm Husên wek Serokê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li şûna Dadwer Casim Mihemed Ebûb derxist, ku ji ber sedema pirsgirêkên tendirustiyê daxwaza xwe ya malnişîniyê pêşkêş kir û ji aliyê Encûmena Bilind a Dadweriyê ve jî hat pejirandin.
Duh roja yêkşemê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê belav kir, ku daxwaza Dadwer Casim Mihemed Ebûb, serokê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji ber hebûna pirsgirêkên wî yên tendirustiyê bo malnişîniyê hatiye pejirandin.
Di daxuyaniya Encûmena Dadwerî ya Bilind a Iraqê behsa wê jî hatiye kirin, ku Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, Dadwer Munzir Îbrahîm Husên, cîgirê serokê Dadgeha pêdaçûna Federal û endamê yedek ê Dadgeha Bilind a Federal, li şûna Casim Mihemed Ebûd berbijêr kiriye.
Amaje bi wê jî hatiye dayîn, ku Ji Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd hatiye xwestin ku fermanek derxîne û Dadwer Munzir Îbrahîm Husên, ku di sala 1963an de li Bexdayê ji dayik bûye, wekî serokê nû yê Dadgeha Bilind a Federal destnîşan bike.
Basnews
