• Sunday, 08 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî: Dema wê ye ku Dadgeha Federal li gorî destûrê ji nû ve were avakirin

Hoşyar Zêbarî: Dema wê ye ku Dadgeha Federal li gorî destûrê ji nû ve were avakirin

Endamekî Komîteya Rêveber a Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje ku dem hatiye ku her kes daxwaz bike ku Dadgeha Federal a Iraqê li gorî madeya 92an a destûra daîmî ya Iraqê ji nû ve were avakirin.

Piştî qebûlkirina daxwaza malnişînbûnê ya Serokê Dadgeha Federal a Iraqê Dadwer Casim Omerî,  û pêşniyara dadwerekî din ku wekî serokê Dadgeha Federal were tayînkirin, bertekên cûrbecûr çêbûn.

Endamê Komîteya Rêveber a Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, di gotarekê de ku li ser malpera xwe ya li ser tora (X) hatiye weşandin de got: "Edalet bingeha rêveberiyê ye. Piştî wê krîza dadweriyê li gel Dadgeha Bilind a Federal derketiye holê, naha dema wê hatiye ku em hemû daxwaza ji nû ve avakirina Dadgeha Federal li gor destûrê û li gor madeya 2, beşa 2 a destûrê bikin."

Herwaha got: "Ev ji bo bidestxistina aramiya siyasî ji bo dewleta federal a demokratîk a yekgirtî ya Iraqê ye û her weha ji bo bidestxistina serxwebûna dadwerî dûrî siyasîbûnê ye.’’

Hêjayî gotinê ye li gorî xala 92yê ya destûra daîmî ya Iraqê, Dadgeha Federal divê ji çend kategoriyan pêk were, ango dadwer, parêzer û pisporên hiqûqa îslamî. Ew hemû kesane jî li gor yasayekî taybet derbarê Dadgeha Federal karên wan tên rêxistin kirin, lê ew dadgeha federal a naha heye, tenê ji dadweran pêktên, li gor yasayekî piştre hatiye derxistin kar dike, ku berî destbikarbûna Destûra daîmî ya Iraqê ketiye meriyetê.

 

Basnews

Top