Rûsyayê zêdetirî 500 dron û mûşekan êrîş kir: Balefirvanê F-16ê yê Ukraynî mir
Li gorî daxuyaniyek ji Ukraynayê, Rûsyayê bi 477 dron û 60 mûşekan êrîşek da destpêkirin. F-16ek ku hewl da bersiva êrîşan bide jî zirar dît, û balefirvan nekarî ji balafirê derkeve.
Artêşa Ukraynayê ragihand, Rûsyayê şeva borî êrîşeke berfireh bi mûşek û dronan daye destpêkirin û balefirekî F-16 ya ku xwest bersivê bide êrîşan jî winda kirine û balefirvan jî di êrîşê de hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Ukraynayê, ev sêyemîn F-16 ye ku ji destpêka şer ve bi vî rengî ew winda dikin.
Hêza Hewayî ya Ukraynayê di daxuyaniyek li ser Telegramê de got, "Balefirvan hemî çekên li ser balafirê bikar anîn û li heft hedef li hewayê xist. Dema ku wî li ya dawî xist, balafira wî zirar dît û dest bi windakirina bilindahiyê kir."
Hêza Hewayî ragihand ku balefirvan her tiştê ku ji destê wî dihat kir da ku balafirê ji deverên niştecîhî dûr bixe, lê wext nedît ku xwe jê bavêje.
Li gorî daxuyaniya Ukraynayê, Rûsyayê şeva borî 477 dron û 60 mûşekan ve êrîş kiriye. Artêşa Ukraynayê ragihand ku 211 dronên Rûsî û 38 mûşek hatine îmhakirin û êrîşên hewayî yên Rûsyayê şeş herêm kirine hedef.
Basnews
