Îranê daxwaza girtin û darvekirina Rafael Grossi kir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibêje ku ev yek nayê qebûlkirin
Piştî Îranê daxwaza girtin û darvekirina Serokê Ajansa Navnetewî ya Enerjiyê (IAEA) Rafael Grossi kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bersiv da û ragehand: Daxwaza Îranê ya ji bo girtin û darvekirina Rafael Grossi em şermezar dikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Marco Robio li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got, "Em daxwaza Îranê ya ji bo girtin û darvekirina serokê IAEA Rafael Grossi red û şermezar dikin û ev yek nayê qebûl kirin."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê bang li Îranê kir ku "ewlehî û selametiya karmendên IAEA misoger bike."
Berê, Îranê bi fermî gotibû ku ew ê nehêle Grossi bikeve axa wê. Ew bi sîxuriya ji bo berjewendiyên Îsraîlê tê tawanbarkirin û di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser tesîsên me yên nukleerî de rolek lîstiye.
Di 25ê Mijdarê de, parlementoya Îranê bi yekdengî qanûnek derxist ku hevkariya bi Ajansa Enerjiya Navneteweyî re rawestand.
Di 13ê Hezîrana 2025an de, Îsraîlê şerekî 12 rojî li gel Îranê da destpêkirin, di encamê de gelek fermandarên leşkerî yên payebilind û zanyarên nukleerî yên Îranê hatin kuştin û santralên nukleerî yên Îranê hatin bombebarankirin.
Li gorî hejmarên herî dawî, di şerê 12 rojî de 627 kes hatin kuştin û 5,332 kes birîndar bûn.
Di vê navberê de, di êrîşên mûşekî yên Îranê de 29 kes hatin kuştin û 3,345 kesên din jî birîndar bûn.
Piştre, di 24/6/2025an de, bi pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump, her du aliyan agirbest îlan kirin û şer rawestiya.
Basnews
