• Sunday, 08 February 2026
logo

Îsraîlê cihê ku Îranê uranyuma dewlemendkirî lê veşartiye destnîşan kir

Îsraîlê cihê ku Îranê uranyuma dewlemendkirî lê veşartiye destnîşan kir

Sê berpirsên payebilind ên Îsraîlê eşkere kirin ku depoyên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê ji bo parastina wan ji her êrîşeke derve, ji tunelên bin erdê yên li tesîsên Fordo û Îsfahanê hatine veguhastin. Hat ragehandin ew pêngav ji bo parastina wê uranyuma dewlemendkirî ji her êrîşekî hatiye kirin.

Malpera Axios a Amerîkayê bi zimanê wan berpirsên ku bi raporên îstîxbaratê yên hesas dizanin gotin ku ev tesîsên bin erdê ji êrîşên dawî yên Amerîka û Îsraîlê ve ji cîhana derve hatine veqetandin, ev yek jî ji bo Îranê zehmet dike ku uranyûmê zû bikar bîne an jî di her pêşketineke nû de bikar bîne.

Depoyên uranyûmê li tunelên bin erdê yên li Fordo û Îsfahanê ne, ji ber bombebarankirina tesîsên nukleerî bi tevahî ji cîhana derve hatine veqetandin.

Li gorî malpera Amerîkî, berpirsên Îsraîlî bawer dikin ku ew dikarin her hewldaneke Îranê ya ji bo vegerandina uranyuma dewlemendkirî tespît bikin.

 

Basnews

Top