Îsraîlê rêze êrîş li ser Hizbulaha Lubnanê dan destpêkirin
Artêşa Îsraîlê îro 27.06.2025ê ragihand ku balafirên wan ên şer cîhên Hizbulaha Lubnanê yên li Çiyayên Beaufort a li başûrê Lubnanê, ku ji bo pergala parastinê ya wê komê dihat bikaranîn, kirine armanca êrîşê.
Di daxuyaniyekê de, artêşa Îsraîlê ragehand; ev cih beşek ji projeyek binesaziya bin erdê ya li herêmê ye, ku bi rêya êrîşên hewayî ve "bi tevahî hatiye hilweşandin".
Artêşa Îsraîlê got ku wan berê hewldanên Hizbulahê yên ji bo nûjenkirina wî cihî tespît kiribûn, û teqez kir ku ew "binesaziya terorîst" e û ji ber wê jî kirin armanca êrîşê.
Artêşa Îsraîlê ji nû ve avakirin wî cîh wekî "binpêkirinek eşkere ya lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de" bi nav kir, û soz da ku dê ji bo jiholêrakirina her gefek ewlehiyê li ser Îsraîlê berdewam bike.
Basnews
