• Sunday, 08 February 2026
logo

Qesra Spî: Îranê berî êrîşa Amerîkayê uranyuma dewlemendkirî neveguhestibû

Qesra Spî: Îranê berî êrîşa Amerîkayê uranyuma dewlemendkirî neveguhestibû

Qesra Spî dibêje ku Îranê berî êrîşa leşkerî ya Amerîkayê li ser sê tesîsên nukleerî, uranyuma dewlemendkirî ya pir zêde neveguhestibû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî weşandina raporek veşartî ya îstîxbarata Amerîkayê ku bandora êrîşa leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo piştgiriya Îsraîlê ku sê tesîsên nukleerî yên li Îranê yên Fordo, Netenz û Îsfahanê kiribû armanc, xist ber pirsê, ji ber wê jî êrîşek tund li ser medyaya Amerîkayê da destpêkirin.

Trump bi berdewamî israr kiriye ku sê tesîsên nukleerî bi tevahî hatine hilweşandin.

Lê pispor bawer dikin ku dibe ku Îranê beriya êrîşê bi veguhestina 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya li tesîsan, ku gihîştibû rêjeya dewlemendkirinê ya ji sedî 60, berî êrîşê ji bo cihekî veşartî veguhestibin.

Berdevka Qesra Spî Carolyn Levitt roja Çarşemê ji Fox News re got: "Ez dikarim ji we re piştrast bikim ku Amerîkayê ti delîl û zanyariyek tine ku uranyuma dewlemendkirî ya pir zêde berî êrîşan hatibe veguhastin. Berovajî wê zanyariyên ku hene rast nînin."

Herwaha diyar kir: "Tiştê ku di deverên bombebarankirî de ye, di encama êrîşê de hemî di bin kavilên mezin de veşartî ne."

Rêveberê CIAyê John Ratcliffe roja Çarşemê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku li gorî "agahiyên pêbawer", bernameya nukleerî ya Tehranê "ji ber êrîşa dawî ya Amerîkayê bi giranî zirar dîtiye."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev li ser bingeha agahiyên nû ji çavkaniyek pêbawer û rast e ku çend tesîsên sereke yên nukleerî yên Îranê hatine hilweşandin û ji nû ve avakirina wan dê bi salan bidome."

Tehranê roja Çarşemê qebûl kir ku tesîsên wê yên nukleerî di dema şerê 12 rojan de ji ber bombebaranên Îsraîl û Amerîkayê bi giranî zirar dîtine.

Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê Rafael Grossi, ji televîzyona France-2 re got, "Ji kêliya şer ve, ajansê nekariye vê materyalê bişopîne. Ez naxwazim bawer bikim ku uranyuma dewlemendkirî winda bûye an veşartî ye."

Li gorî belgeyeke veşartî ya ku roja Sêşemê ji hêla CNNê ve hat weşandin, êrîşên Amerîkayê bernameya nukleerî ya Îranê tenê çend mehan dereng xistin, bêyî ku bi tevahî wê hilweşîne, ev yek jî berevajî tiştê ku Trump bi berdewamî îdîa kiriye ye.

Belavkirina belgeyê Trump hêrs kir, ku bi eşkereyî got: "Şerm e ku CNN derewan dike."

 

Basnews

Top