• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê bi boneya sala nû ya Hicrê pîrozbahî li misilmanên Kurdistan û cîhanê kir

Serokê Hikûmetê bi boneya sala nû ya Hicrê pîrozbahî li misilmanên Kurdistan û cîhanê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya Hicrê peyamek weşand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Sala nû li misilmanan pîroz be û bila hûn di xêr û xweşîyê de bimînin."

Herwaha got: "Em ji Xwedê re dua dikin ku Sala Nû ya Hicrê bibe saleke aştî û aramiyê û dawî li şer, wêranî, neheqî û zilmê bê.

Peyama Serokwezîr wiha ye:

Ez bi boneya sala nû ya Hicrê 1447 pîrozbahiyên xwe yên germ li hemû misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Em ji Xwedayê mezin û dilovan re dua dikin ku Sala Nû ya Hicrê bibe saleke aştî û aramiyê û dawî li şer, wêranî, neheqî û zilmê bê.

Sala nû li misilmanan pîroz be û bila hûn di xêr û xweşîyê de bimînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

26.06.2025

Top