Îran: Zêdetirî 600 kesan di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin
Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê radigihîne ku, di êrîşên Îsraîlê de, zêdetirî 600 kesan li Îranê hatine kuştin û nêzîkî pênc hezar kesan jî birîndar bûne.
Ajansa Mehrê parve kiriye ku, Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Mihemed Reza Zeferqendî îro (Sêşem, 24ê Hezîrana 2025ê) di gera şeşê ya Konferansa Navenda Krîzan de amarên herî dawiyê yên li ser qurbaniyên şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de pêşkêş kir.
Mihemed Reza Zeferqendî got, “Di êrîşên Îsraîlê de, 606 kes hatine kuştin û pênc hezar û 332 kesên din jî birîndar bûne û li navendên tendisrutiyê çareseriya pêdivî jê re hatiye kirin.”
Ajansa navbirî amaje jî daye, “Tenê di 24 seetên borî de, 107 kes hatine kuştin û hezar û 342 kes jî birîndar bûne, 95% ya qurbaniyan jî di bin xirabeyên xanî û avahiyan de bûn û herwesa 5% ya birîndaran jî ji ber giraniya birînên xwe mirine.”
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.
K24
