• Sunday, 08 February 2026
logo

Hekar Mizûrî: Ew caşên ku digotin bila mûçe bikeve ser Bexdayê li kurin bo niha dengên wan dernakeve?

Hekar Mizûrî: Ew caşên ku digotin bila mûçe bikeve ser Bexdayê li kurin bo niha dengên wan dernakeve?

Çalakvanekî siyasî bi tundî rexne li wan kesan digre ku dema xwe daxwaz kiribûn ku mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê bikeve ser Bexdayê û ji wan pirsiyara wê dike: Çima dengê xwe dernaxin?

Hekar Axa Mizûrî, çalakvanekî siyasî, ji BasNewsê re ragehand ku biryara rawestandina mûçeyên mûçexwarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend di histûyê rayedarên Bexdayê da be, ew qas jî li hiltûyê wan caşane ku bi salan bû ji bo Bexdayê başgeşe dikirin û wek hewarçûn û xemxorên Kurdistanê bi nav dikirin. Vêja ew xwefiroşane di çend hizbek û komek kes pêk hatine ku heta îro jî dev ji caşitiya xwe bernedane.”

Herwaha diyar kir, "Her ew caş bûn ku hewara xwe birin Dadgeha Federal a Iraqê û wisa kirin ku biryar bê dayîn mûçe bikeve ser Bexdayê û ji ber wê sedemê jî bû ku Bexdayê biryara Dadgeha Parîsê kir behane ji bo ragirtina hinartina petrola Kurdistanê. Hemû jî di bîra wan dane ku wê rojê Dadgeha Federal biyar da mûçe bikeve ser Bexdayê, çawa caşan li ber deriyê Seraya Silêmaniyê şahî dikirin û hedye jî didan hevdû.”

Mizûrî dibêje, "Ew caşên ku ji bo veguhestina mûçeyên xwe bo Bexdayê pîroz dikirin, lê niha ku Bexdayê mûçeyên xelkê Kurdistanê, tevî mûçeyên wan caşan bi xwe jî, rawestandiye, ji bîr kirine ku wan daxwaz dikirin ku mûçeyên wan ji bo Bexdayê werin veguhestin, nek li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Herwaha got, "Pirs ev e ku ew caş li ku ne? Çima ew dengê xwe dernaxin û ji efendiyên xwe yên li Bexdayê re nabêjin ku mûçeyên me li ku ne? Bila ji gelê Kurd re bêjin ku ew dizanin mûçeyên wan dê ji Bexdayê re werin veguhestin, êdî ew mûçe tê birîn, li hember çi daxwaz dikirin ku mûçe bikeve ser Bexdayê?

 

Rudaw

Top