• Sunday, 08 February 2026
logo

Sekreterê Giştî yê NY pêşwazî li agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de kir

Sekreterê Giştî yê NY pêşwazî li agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) pêşwazî li ragihandina rêkeftina di navbera Îran û Îsraîlê de kir û hêvî kir ku ji bo pevçûnên din ên li herêmê rêkeftinên wekhev werin çêkirin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres îro 24.06.2025, pêşwazî li ragihandina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de kir û bang li her du welatan kir ku pabendî wê bibin.

Antonio Guterres pêşwazî li rêkeftina agirbestê ya di navbera Îran û Îsraîlê de kir û hêvî kir ku ji bo pevçûnên din ên li herêmê rêkeftinên wekhev werin çêkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser “X” agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de ragehand û pîrozbahî li Îran, Îsraîl û Cîhanê kir û got, “Cîhan pêşwazî li wê biryarê dike.”

 

Basnews

Top