Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Urdinê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 24.06.2025 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qiraliyeta Urdinê Fuad Xazir Mecalî kir.
Di hevdîtinê de, ku bi mebesta xatirxwestinê û bi boneya bidawîbûna karê wî bû, Konsulê Giştî yê Urdinê spasiya rola Serok Barzanî ya di kûrkirina dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî de kir.
Macalî herwiha rola Serok Barzanî ya di pêkanîna ewlehî û aramiyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî destxweşî li kar û hewlên Konsulê Urdinê kir ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwast.
