• Sunday, 08 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komelgeheke pîşesaziyê ya bi nirxa 62 milyon dolarî temam dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komelgeheke pîşesaziyê ya bi nirxa 62 milyon dolarî temam dike

Ji bo xizmeta hemwelatî û ajokar û kasibkaran Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Duhokê li ser rûberek 679,000 metreçargoşe bi lêçûnek 62 milyon dolarî herêmeke pîşesaziyê ava kir.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragehandiye, Komelgeha pîşesaziya xizmetguzariya otomobîlan li Duhokê li ser rûberek 679,000 metreçargoşe bi lêçûnek 62 milyon dolarî hatiye avakirin.

Herwaha amaje bi wê jî hatiye kirin, ew proje ji şeş  beşan, 2,378 yekîneyên pîşesaziyê û 30,000 metreçargoşe keskahiyê pêk tê û hatiye aşkera kirin jî ku firehiya rêyên komelgehê 15 metrene.

Ji bo projeyê elektrîkê 24 demjimêran, pergala agirkujiyê, înternet, motel, navenda tenduristiyê û polîs hatiye dabînkirin.

Fermangeha Medyayê û Zanyarî ragehand, "Beşek ji bazirganên komelgeha pêşesaziyê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin, “Em li vir gelekî asûdene-rihetin di ware xizmetguzarî, keskahî û elektirîkê de û dikan mezin û cade û kolan pir paqijin.”

 

Basnews

Top