2 xwîşk di bendava Duhokê de xeniqîn
Berevaniya Şaristanî ragihand ku du xwişk li Bendava Duhokê ya li başûrê ku ji malbateke geştiyarên Ereb bûn, ketine nav avê û xeniqîne.
Rêveberiya Berevaniya Şaristanî roja Yekşemê ragihand ku du xwişkên malbateke geştiyarî ya Ereb dema ku li Bendava Duhokê avjenî dikirin xeniqîn.
Herwaha hat diyar kirin ku piştî bûyerê, tîmên Berevaniya Şaristanî û tîmên hewarçûnê yên Duhokê gihîştin cihê bûyerê û karîn cenazeyên her du keçan bibînin û wan ji avê derxînin.
Herwaha hat aşkera kirin ku Cenazeyên her du Xwîşkan ji bo kontrolê ji bijîşkê dadwerî ya Duhokê re hatin şandin û hêzên ewlehiyê yên Duhokê jî lêpirsînek li ser bûyerê dane destpêkirin û di derbarê bûyerê de lêkolînan dike.
Basnews
