Serokê Hikûmetê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Urdinê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistan kir.
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî îro 22.06.2025, bi boneya temamkirina erkê wî yê dîplomatîk li Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Fuad El-Mecalî, Konsulê Giştî yê Qiraliyeta Urdinê li Herêma Kurdistanê kir. Herwaha Serokê Hikûmetê spasiya Konsulê Giştî yê Urdunê kir ji bo xebata wî ya ji bo xurtkirina têkiliyên herdu aliyan û di erkê wî yê pêşerojê de serkeftin xwest.
Mesrûr Barzanî herwiha behsa têkiliyên dostane û taybet ên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de kir û spasiya xwe ji bo piştgiriya Şah Ebdulahê Duyem li Herêma Kurdistanê anî ziman.
Konsulê Giştî yê Urdinê destnîşan kir ku serkeftinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî reformên kabîneya nehan di warên cûda de, cihê serbilindiyê ye û spasiya hevkariyê û hevrêziya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê xwe kir.
Basnews
