Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê kir
Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.06.2025 pêşwazî li Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistan kir.
Serokê Hikûmetê pîrozbahî li destbikarbûna wî ya di erkê nû de kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî anî ziman.
Konsulê Giştî yê Hindistanê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên dualî di warên cûda de, bi taybetî di warên veberhênan, bazirganî û tenduristiyê de, ji nû ve tekez kir.
Di beşek din a hevdîtinê de, rewşa dîyasporaya Hindistanê li Herêma Kurdistanê hate nîqaşkirin û Konsulê Giştî yê Hindistanê spasiya xwe ji bo hêsankarî û alîkariya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.
Rudaw
