Îranê bo rawestandina şerî hin daxwazên Amerîkayê qebûl kirine
Ji bo rawestandina şerî, Îran li ser hejmareke daxwazên Amerîkayê razî bûye.
Berpirsên dîplomatîk ên payebilind ên Amerîkayê ji rojnameya Israel Hayomê re ragihand, “Ji bo rawestandina şerî û êrîşên li ser wê, Îran li ser bicihanîna hejmareke daxwazên Amerîkayê razî bûye.”
Li gorî wan rayedarên dîplomatîk, Îran tekezê dike ku divê êrîşên Îsraîlê li ser wê bên rawestandin û piştre ew dikarin li ser daxwazên Amerîkayê danûstandinan bikin, tevî ku pêştir wê ew daxwaz bi temamî red dikirin jî.
Pêştir Serokê Amerîkayê planeke leşkerî ji bo lêdana navendên Îranê pejirand, Koçka Spî jî piştrast kir ku Trump du hefte dane Îranê da ku rêyê bide dîplomasiyê.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.
K24
