• Sunday, 08 February 2026
logo

Derbarê wesayîtên veguhestina pereyan ên li Hewlêrê hatine dîtin de daxuyanî hat dayîn

Derbarê wesayîtên veguhestina pereyan ên li Hewlêrê hatine dîtin de daxuyanî hat dayîn

Çavkaniyek ji şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê daxuyanî derbarê wan wesayîtên veguhestina pereyan ên li Hewlêrê hatine dîtin da.

Îro 21.06.2025ê, vîdyoyek li ser hin malperên medyaya civakî hate weşandin ku çend wesayîtên ku ji bo veguhestina pereyan bo nav Hewlêrê têne bikar anîn nîşan dide. Hin rûpelan ragihandin ku ev wesayît pereyê ji bo mûçe anîne.

Di vê derbarê de, çavkaniyek ji şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê ji BasNewsê re got: "Pirsgirêka kêmbûna pereyan ji bo mûçeyên karmendan li cem me nîne, pereyên pêwîst li cem me hene, lê fermana xerckirina pare ji bo me nehatiye."

Hikûmeta Federal a Iraqê siyaseta birsîkirina xelkê Herêma Kurdistanê birêve dibe û mûçeyên meha pêncem a fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedaye. Hêvî hebû ku Dadgeha Federal biryarek li gorî berjewendiya fermanberan bide, lê piraniya endamên Dadgeha Federal dest ji kar kêşan.

 

Basnews

Top