• Sunday, 08 February 2026
logo

Saziyên nukleerî yên Natanz û Arak ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin

Saziyên nukleerî yên Natanz û Arak ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin

Saziyên nukleerî yên Natanz û Arak ên Îranê îro 19.06.2025ê ji aliyê hêzên hewayî yên Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

Îro, artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê serê sibê tesîsên nukleerî yên Arak û Natanz ên Îranê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: "Balafirên me yên şer santrala nukleerî ya Arak, ku faktorek girîng ji bo hilberîna plutonyûmê dihewîne, bombebaran kirin, di heman demê de cihek li tesîsa nukleerî ya Natanz ku ji bo pêşxistina çekên nukleerî tê bikar anîn bombebaran kirin."

Artêşa Îsraîlê got ku 40 balafirên şer duh bi şev bi dehan çeperên leşkerî, ewlehî û nukleerî hedef girtin.

 

Basnews

Top