• Sunday, 08 February 2026
logo

Donald Trump: Divê Îran bê şert û merc xwe teslîm bike

Donald Trump: Divê Îran bê şert û merc xwe teslîm bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke tund de ragihand, dema lihevkirina bi Îranê re derbas bûye û hişyarî da ku dibe Amerîka jî beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî bibe.

Trump îro 18ê Hezîranê ji rojnamevanan re axivî û got: "Min ji Îranê re got ku dema lihevkirinê bi dawî bûye. Niha ti bergireyeke Îranê nemaye û tevahiya asmanê welatê wan ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin."

Trump bal kişand ser egera ku Amerîka bi awayekî rasterast tevlî şer bibe û got: "Dibe ku em beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bibin. Dibe ku hefteya bê hefteyeke yekalîker be û belkî ji hefteyekê jî kêmtir bajo."

Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, divê Îran nebe xwedî çekê atomî û got ku ev çend sal in Îran gefan li Amerîkayê dixwe. Trump derbarê gelê Îranê de jî got: "Gelê Îranê mirovên baş in û hejmareke mezin ji wan li Amerîkayê dijîn."

Tevî gefên xwe, Trump deriyek ji bo rawestandina şer vekirî hişt û tekezî li ser wê yekê kir ku "divê Îran bê şert û merc xwe radest bike" û got, "hîn dem ji bo rawestandina şer heye."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump behsa şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de kir û got: "Eger wê demê ez serok bûma, min ê nehîşta ku şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de derkeve."

 

Basnews

Top